Şandeke Rûsî bi ENKSê re civiya

Ji bo guhdarîkirina li nêrînên ENKSê yên derbarê qonaxa piştî terorê û rawestandina şer li Sûriyê, şandeke Rûsî îro li bajarê Qamişlo ligel Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo guhdarîkirina li nêrînên ENKSê yên derbarê qonaxa piştî terorê û rawestandina şer li Sûriyê, şandeke Rûsî îro li bajarê Qamişlo ligel Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) civiya.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de diyar kir, îro li ser daxwaza Rûsyayê, Nûnerê Rûsyaya Federal yê li Qamişlo û şanda pê er ligel Desteya Serokatiya ENKSê civiya û şanda Rûsî daxwaza guhdarîkirina li nêrînên ENKSê yên derbarê qonaxa piştî terorê û rawestandina şer li Sûriyê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ENKSê tekezî li ser dariştina destûrekê kir ku nîşaneya Sûriyayeke piralî bide, tê de mafên hemû pêkhateyên netewî parastî be, bi sîstemeke hikmê ya demokratîk, secularism û federalî be.

Herwiha ENKSê tekezî li parastina mafên gelê Kurd  di destûrê de kir û daxwaza hilweşandina hemû siyasetên şovenîzim yên bi dehên salan li dijî Kurd hatine kirin, kir.

ENKSê ji şanda Rûsî re amaje bi girîngiya beşdariya Kurd di civîn û hevdîtinên taybet bi çareserkirina siyasî ji krîza Sûriyê re kir, ku pêwîst e beşdariya Kurd di wan civînan de li gor rêjeya Kurd be.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Rûsyayê aşkere kir, kongreya Diyaloga Niştimanî ya biryar e li Sochiyê bi rê ve biçe, dê ji bo pirsa qonaxa piştî bidawîbûna şerê li Sûriyê, amadekirina desûrekê ku hemû mafên civaka Sûriyê tê da parastî be û avakirina Sûriyayeke ne taifî be.

Herwiha nûnerê Rûsyayê yê li Qamişlo tekezî li ser jinavbirina terorê û beşdariya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di kongreya Sochiyê de kir.

ENKS diyar kir, ji aliyê Desteya Serokatiya ENKSê ve her yek ji Nihmet Dawud, Mihemed Îsmaîl, Ebdilsemed Biro û Fêsel Yûsif di civînê de amade bûn.