YPG amarên şerê meha Berçile aşkere dike
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amarên meha Berçile radigihîne û dibêje, di mehekê de 775 çekdarên DAIŞê, 25 leşkerên Tirkiyê û çekdarên Mertala Ferêt kuştine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amarên meha Berçile radigihîne û dibêje, di mehekê de 775 çekdarên DAIŞê, 25 leşkerên Tirkiyê û çekdarên Mertala Ferêt kuştine.
Navenda Ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de ragihand, di vê mehê de artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyonê yên Tirkiye piştevaniya wan dike bi berdewamî êrîşî gund û navçeyên Efrînê kirin. Herwiha êrîşek jî li ser gundê Aşmê ya Kobanê kirin.
YPG dide zanîn, hemû êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Ferêt li ser Efrîn û Kobanê hatine têkbirin û ziyanên mezin gihêştine wan.
YPG amarên şerê meha Berçile aşkere dike, di vê mehê de wan 775 çekdarên DAIŞê, 25 leşkerên Tirkiyê û çekdarên Mertala Ferêt li Kobanê û Efrînê kuştine û 60 şervanên wan jî li deverên cuda yên Dêra Zor, Reqa û Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
YPG herweha di daxuyanya xwe de dibêje, wan di vê mehê de 9 gund û hejmareke mezin ji bexçe û deverên stratejîk li gundewarên Dêra Zorê kontrol kirine.
Derbarê ziyanên YPGê de jî, daxuyaniyê aşkere kir, di meha Berçile de 6 şervanên YPGê şehîd bûne.