Bêtirî 24 hezar geştyar hatine Hewlêr
Piraniya geştyaran xelkê navçeyên başûrê Iraqê ne
K24 - Navenda Nûçeyan
Di nav pênc rojan de 24 hezar geştyar, ji bo bihnvedana serê sala nû, hatine Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.
Rêvebirê di desteya giştî ya geştyariya Herêma Kurdistanê de, Ismaîl Mînaxan ji Kurdistan24ê re ragihand: "Tenê di nav pênc rojan de 24 hezar geştyar hatine Hewlêrê".
Hatina wê hejmara berbiçav ya geştyaran ji bo Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku di 24 Êlûna 2017an de, bi biryareke serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, geştên navdewletî li firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê hatin rawestandin.
Pêştir ji peyvdarê rêveberiya geştyariya Herêma Kurdistanê Nadir Rustî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Tenê di nav du rojan de 150 basên geştyaran ji bo şahiyên serê salê hatine Herêma Kurdistanê û tevahiya geştyaran xelkê navçeyên başûrê Iraqê ne".