Artêşa Azad moleta mehekê dide hêzeke opozisyonê da ji nav DAIŞê derkeve

Artêşa Azad: Cêş Xalid bi dehan ji endamên wê bidarvekirine û gellek caran wê artêşê daxwaz ji Cêş Xalid kiriye ku xwe radest bike lê ti hîn ew yek bicî nekiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Artêşa Azad yên ku parêzgeha Der'a li başûrê Sûriyê kontrol dikin, moleta mehekê dane yekîneya Cêş Xalid daku li Hewd Yermûk hêzên xwe ji nav rêzên DAIŞê bikşîne û xwe radestî Artêşa Azad bikin.

Çavdêrgeha Sûrî ya mafên mirovan belav kiriye, ku ji şevê din ve şer û pevçûn di navebra Artêşa Azad û yekîneya Cêş Xalid de qewimiye û ziyanên wî şerî hîn eşkere nebûne.

Li gorî Artêşa Azad, Cêş Xalid bi dehan ji endamên wê bidarvekirine û gellek caran wê artêşê daxwaz ji Cêş Xalid kiriye ku xwe radest bike lê ti hîn ew yek bicî nekiriye.