"Bexdayê Ereb aniye bajarokê Sergeran li Kerkûkê û dixwaze yekeyeke Heşdê li wir pêk bîne"
Rêvebirê bajarokê Sergeran: Heyder Ebadî piştevaniya erebkirina Kerkûkê dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêvebirê bajarokê Sergeran yê ser bi Kerkûkê ve Luqman Hisên, ji Kurdistan24ê re got: "Efserekî pile bilindê ji nivîsgeha serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana wê navçeyê kir û piştevanya Heyder Ebadî ji bo wan erebên ku li wê navçeyê hatine bicihkirin, da xuyakirin".
Luqman Hisên zelal kir, ku hikûmeta Iraqê ew ereb anîne wê navçeyê daku yekeyeke Heşda Şeibî li wê deverê pêk bîne .