Teknolojiya cihê rojnameya kaxizî girtiye
Di sala 2017an rojnameya kaxezî li hember rojnameya eliktironî bi paş ve çûye. Di baweriya rojnamevan de ku paşveçûna rojnameya kaxezî rehendeke cîhanî wergirtiye. Karmandên çapxaneyan jî dibêjin. Hejmara hin rojname û kovar ji 30 ji bo 2 hejmar daketine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di sala 2017an rojnameya kaxezî li hember rojnameya eliktironî bi paş ve çûye. Di baweriya rojnamevan de ku paşveçûna rojnameya kaxezî rehendeke cîhanî wergirtiye. Karmandên çapxaneyan jî dibêjin. Hejmara hin rojname û kovar ji 30 ji bo 2 hejmar daketine.
Sernivîserê rojnameya Kurdistana Nû Stran Ebdulah ji K24ê re got: “Ferhenga xwendina rojnameyan li Kurdistanê be ferhengeke rojane ye, belkû ferhenga xwendina heftane ye. Herwiha pirsgirêkeke din heye ew jî ew e, ta niha kompanyayek tune rojnameyan bibe hemû deveran. Sedemeke din jî heye ew jî ew e, xwendevanê Kurdê xwendevanekî tembel e, rojnameyên ku heftane ne dixwînin.”
Li ser wê pirsê, Serokê Liqa Silêmaniyê ya Sendîkeya Rojnamevanan Karwan Enwer ji K24ê re got: “Li Herêma Kurdistanê ji koma 900 moletên rojnameyên kaxezî, tenê 12 rojname derdikevin. Ew jî ne rojane ne, ev hejmareke gelekî kêm e.”
Karmendê çapxaneyeke Kurdistanê Reza Faris dibêje: “Berê rojname û kovar gelekî dihatin çapkirin, lê niha yek kovar jî li çapxaneya me çap nabe. Ewên derdikevin jî hejmara wan gelekî kêm bûne. Hin rojname û kovar ji 30 hezar hejmar daketine tenê 2 hezar hejmar.”
Li gor amarên fermî, di destpêkê de li Herêma Kurdistanê nêzîkî 900 rojname û kovar belavok moletên kar wergirtine, lê niha tenê 35 ta 40 kovar û rojname haftane derdikevin, ji bilî her du rojnameyan Xebat û Kurdistana Nû ku rojane derdikevin. Herwiha 43 kenalên esmanî, 93 kenalên xwecihî û 143 radio li Herêma Kurdistanê hene.