"DAIŞ amade ye ji rojhilatê çemê Firatê vekişe, ger HSDê riya derketinê li ber wan veke"

Bahoza Cezîrê: Çekdarên DAIŞê sivîlan ji xwere dikin mertal û vê yekê hiştiye ku operasyonên me li rojhilatê çemê Firatê sist bibin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansên nêzîkî opozisyona Sûryê belav kirine, ku rêxistina DAIŞê biryar daye ji navçeyên xwe yên li rojhilatê çemê Firatê vekişe, bi mercê ku HSDê riya derketinê li ber wan veke, lê heya niha HSD ew nûçe piştrast nekirye û ne jî red kiriye.

Ji aliyê xwe ve peyvdarê operasyona Bahoza Cezîrê, berî niha ragihandibû, ku çekdarên DAIŞê sivîlan ji xwere dikin mertal û vê yekê hiştiye ku operasyonên wan li rojhilatê çemê Firatê sist bibin.