Ji bo Kirmanşahê di sersalê de şahiya alîkariyê

Li Stenbolê ji aliyê Dezgha Xêrxwaziyê Roja Zêrîn ve şahiyeke bi sernavê sersala nû hate organîzekirin ji bo qurbaniyên erdhêja Rojhilatê Kurdistanê. Dahata şahiya ku 12 hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî tê de kirin, wê ji bo qûrbanî û malbatên mexdûrên Kirmanşahê bên şandin.

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê ji aliyê Dezgha Xêrxwaziyê Roja Zêrîn ve şahiyeke bi sernavê sersala nû hate organîzekirin ji bo qurbaniyên erdhêja Rojhilatê Kurdistanê. Dahata şahiya ku 12 hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî tê de kirin, wê ji bo qûrbanî û malbatên mexdûrên Kirmanşahê bên şandin.

Serokê Dezgha Xêrxwaziyê ya Roja Zêrîn Xalid Amidî diyar kir, ji ber ku rejima Îranê alikariya Kurdên qurbanî yên erdhejê nake, wan pêşî li Hamburgê bi beşdariya hûnermendê bi nav û deng Şivan Perwer çalakiyek bi rêve biriye ya duyemnîn jî li Stenbolê.

Serokê Dezgha Xêrxwaziyê Roja Zêrîn Xalid Amidî ji K24ê re got: "Mebestê me divê şevê de pîrozbahiya sersalê ye û her wisa dengê xwe digihînin xelkê Kirmanşahê ku bikin yek. Gelek xelk perîşe û avare bûn. Me şevekî wisa çêkirye ku em dahata vê şevê pêşkeşî mexdûrên Kirmanşahê bikin."

Di şahiya sersalê ya ji bo piştgiriya Kirmanşahê de 12 hunermandên Kurd stran gotin û diyar kirin divê herkes destê xwe ji bo Kirmanşahê bixwe binê kevir. Digel hunermendên Kurd yên ji Rojava, Bakûr, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, partiyên siyasî yên Kurdistanî, dam û dezgehên tendûristî û perwerdehiyê yên Rojava ku li Stenbolê kar dikin jî beşdarî di şahiyê de kirin.

Serokê Komeleya Cûdî Saît Suleyman ji K24ê re wiha axivî: "Em dixwazin yardimê bi xelkê Kurdê Îranê re bikin. Komeleya me ji bo talîmê dişûxile.  Me xwest em bibînin çi xwestek û çi îxtiyaciya wan heye da ku em karibin alîkariya wan bikin."

Serokê Komeleya Nûr ya Sûriyê Dr. Mehdî Dawud jî got: "Em li vê derê dixwazin bibin dengê wan. Dixwazin destekek manewî bidin wan. Belkî em nikaribin tiştekî pir mezin bikin, lê li vir karibin bibin dengê we, em karibin ji we re diayekê bikin ku em bi were ne. "

Herwiha di dawiya şahiyê de piştî stranên hûnermendên Kurd, Koma Govendê ya Rojava jî bi govenda xwe piştgirî da şahiya ji bo alîkariya Kirmanşahê.