Deriyê Perwîzxanê vekirî ye
Serperiştyarê Komelgeha Gumrikê ya Perwîzxanê ragihand, şeva bûrî berpirsên Îranê ew agahdar kirine ku deriyê sînorî Perwîzxanê yê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de vedibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serperiştyarê Komelgeha Gumrikê ya Perwîzxanê ragihand, şeva bûrî berpirsên Îranê ew agahdar kirine ku deriyê sînorî Perwîzxanê yê di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de vedibe.
Serperiştyarê Komelgeha Gumrikê ya Perwîzxanê Elî Tewfîq ji K24ê re ragihand, şeva bûrî berpirsên Îranî ew agahdar kirine, ku deriyê Perwîzxanê tê vekirin û otombîlên her du aliyan dikarin biçin û bên.
Got jî: “Niha çaverêyî otombîlên barhilgir ne, çûnaûhatinê bikin.”
Derbarê vekirina deriyê sînorî yê navdewletî Hacî Omeran de, Serperiştê Komelgeha Gumrikê yê Hacî Mesûd Batêlî ji K24ê re got: “Ta niha ti biryarek ji bo vekirina deriyê Hacî Omeran de negihêştiye destê me.”
Hevdem bi biryarên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ên dorpêçkirina Herêma Kurdistanê, ev zêdetirî 2 mehan e Îranê deriyên sînorî yên bi Herêma Kurdistanê re girtine. Piştî demekê deriyê Paşmaxê hatibû vekiribû, lê her du deriyên Perwîzxanê û Hacî Omeran girtî mabûn.