Dizeyî: Em amade ne li ser deryên sînorî û firîngehan li gel Bexdê diyalogê bikin
Dizeyî: Li gorî wê mêkanîzma ku destûra Iraqê diyar kiriye, em amade ne li ser deryên sînorî û firîngehan danûstendinan li gel Bexdayê bikin".
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li wan amaje û pêngavan dike yên ku heftiya derbasbûyî li Bexdayê hatine avêtin û ew yek weke coreke niyetpakiyê tê hejmartin, weke serdana şanda hikûmeta Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê û daxwaza pêkanîna komîteyeke hevbeş ji bo destpêkirina gotûbêjan derbarê deryên sînorî, firîngeh, bendavên Herêma Kurdistanê û daxwaza lîsta mûçexurên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bi mebesta şandina mûçeyên wan.
Dizeyî derbarê deryên sînorî û firîngehan got: "Hewlêr amade ye li ser pirsa rêvebirina deryên sînorî û firîngehan jî li gel hikûmeta Iraqê danûstendinan bike, ew jî li gorî wê mêkanîzma ku destûra Iraqê diyar kiriye".