Berpirsekî Cebha Turkmanî li Kerkûkê hat kuştin

Cebha Turkmanî bi serkirdatiya Erşed Salihî û bi hevkariya milîsên Heşda Turkmanî alîkarî û piştevaniya milîsên Heşda Şeibî kirin li Kerkûkê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro êvarî, li taxa Eskerî li bajarê Kerkûkê, di encama teqekirinê de, berpirsekî Cebheya Turkmanî hat kuştin.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, ew berpirsê Cebha Turkmanî, bi navê Elaeddîn Meqsûd Zeynel e.

Çalakvanên Kerkûkê li ser rûpela taybet bi belavkirina nûçeyên Kerkûk, li ser tora civakî ya facebookê belav kirine, ku ew kesê hatiye kuştin, berpirsê baregeha Cebha Turkmanî bû li taxa Eskerî.

Piştî 16ê Cotmeha sala derbasbûyî, Cebha Turkmanî bi serkirdatiya Erşed Salihî û bi hevkariya milîsên Heşda Turkmanî alîkarî û piştevaniya milîsên Heşda Şeibî kir li Kerkûkê.