Helîkoptereke Rûsî li Sûryê kete xwar û herdu firokevanên wê canê xwe jidest dan

Wezareta berevaniya Rûsî tekez kiriye, ku ew bûyer ji ber sedemê tenîkî çêbûye û ne ji encama ti êrîşekê bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta berevanya Rûsya ragihand, ku helîkoptereke wan ya ji corê MI24, di roja 31ê meha derbasbûyî de, dema ku helîkoptera wan berê xwe dabû bingeha Himêmîm ya serbazî li parêzgeha Hemayê li Sûriyê, ew helîkopter bi dûriya 15 kîlometran ji wê bingeha serbazî ya Rûsî hat xwarê û herdu firokvanên wê jiyana xwe jidest dan.

Wezareta Rûsî tekez kiriye, ku ew bûyer ji ber sedemê tenîkî çêbûye û ne ji encama ti êrîşekê bûye.

Berî niha opozisyona Sûryê ragihandibû ku firokeyeke Rûsî bi sedema hin kêşeyên teknîkî li nêzîk firokxaneya Hemayê ketiye xwarê û kesên têde canê xwe jidest dane.