Sê ceneralên Sûryê di şerê Heresta yê rojhilatê Şamê de hatin kuştin

Li Xûta Rojhilat û navçeya Heresta, di şerê Hikûmetê de li dijî çekdarên opozisyonê, sê ceneralên Sûrî bi pileyên emîd hatine kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya ser bi Hikumeta Sûryê ve belav kiriye, ku li Xûta Rojhilat û navçeya Heresta, di şerê Hikûmetê de li dijî çekdarên opozisyonê, sê ceneralên Sûrî bi pileyên emîd hatine kuştin.

Li gorî jêderên xwecihî, şerê hikûmetê û opozisyonê heya demeke dirêj li wê navçeyê berdewam kir û hikûmet dixwaze çekdarên opozisyonê ji rojhilatê Şamê derxîne, piştî ku bi heman awayî, çekdarên opozisyonê û Desteya Tehrîr El-Şam ji rojavayê Şamê derxist.

Fermandarê fewcê 138an yê tankan-ceneral Elî Deyûb ku di şerê Heresta de hatiye kuştin
Fermandarê fewcê 138an yê tankan-ceneral Elî Deyûb ku di şerê Heresta de hatiye kuştin
Ceneral Hebîb Mihriz Yûnis
Ceneral Hebîb Mihriz Yûnis