Girûpên opozsyonê 7 firokeyên Rûsî li bingeha Himêmîm têkşakindin
Çar firokeyên Rûsî yên cengî ji corê Soxoy 24 û du firokeyên cengî ji corê Soxoy 35 û firokeyeke din ji corê Antonov An-72 hatin têkşikandin
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa Reuters ji medya Rûsî veguhestiye, ku di encama êrîşeke girûpên terorîst li ser bingeha Himêmîm li parêzgeha Laziqiyê, çar firokeyên Rûsî yên cengî ji corê Soxoy 24 û du firokeyên cengî ji corê Soxoy 35 û firokeyeke din ji corê Antonov An-72 hatin têkşikandin û deh serbazên Rûsî jî birîndar bûne.
Li gorî heman ajansê veguhestiye, ev mezintirîn êrîş e li dijî hêzên Rûsî dibe ji dema ku wan destwerdana serbazî di Sûryê de kirine û heya niha wek vê ziyanê li Artêşa Rûsî nebûye.
Di meha derbasbûyî de, Rûsya ragihand, ku ewê heya nêzîkî 50 salên din hêzên xwe li bingehên Tertûs û Himêmîmê li nav Sûryê bihêle.