Asayişa Minbicê 55 tometbarên DAIŞê serbest berdan
Li Minbicê 55 kes, ku bi tometa alîkarîkirina DAIŞ hatibûn girtin, azad kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Minbicê 55 kes, ku bi tometa alîkarîkirina DAIŞ hatibûn girtin, hatin azadkirin.
Ligorî ajansek ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ve, li ser daxwaza Serok û Rîspiyên hozên 'Ereban, Hêzên Asayişa li Minbic 55 kes, ku bi tometa alîkarîkirina DAIŞ hatibûn girtin û destê wan di rijandina xwînê de nebûye hatin azad kirin.
Di merasîmên serbest berdanê de, berpirsên civata sivîl û ya leşkerî yên Minbic amade bûn û ragihandin, wan derfetek din daye wan 55 kesan, da ku jiyaneke nû di xizmeta xelkê Minbic de destpê bikin.
Beriya çend rojan jî, Hêzên Asayişê li Reqayê jî 24 kes, ku ji bo heman sedemê hatibûn girtin, serbest berda bûn.