Erdogan: Amerîka li dijî Tirkiyê pîlanên cidî bi rê ve dibe
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li dijî biryara Dadgeha New Yorkê ya di derbarê Doza Reza Zarrab de nîşan da û rexneyên tund li Amerîkayê girt. Erdogan got Amerîka di çarçoveya dad û aboriyê de li dijî Tirkiyê lîstik û pîlanên cidî bi rê ve dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan

Erdogan got: “Amerîka li dijî Tirkiyê lîstikên ciddî bi rê ve dibe. Ev lîstik û pîlan ne tenê di çarçoveya hikuqê de ye. Di çarçoveya aboriyê de jî. Amerîka dixwaze her derî li gor pîlanên xwe bi rê ve bibe. Di doza Hakan Atîlla de biryarên gelek binakok hatin dayîn û pêvajoya dadgehkirinê ji dervayî rastiyê bi rê ve çû.
Serokomarê Tirkiyê got jî: “Ger têgihiştina dada Amerîkayê ev be, nexwe hemû dinya şewitî. Divê Amerîka pêdeçûnek li ser sîstema xwe ya dadê bike û dada xwe xurt bike.”
Pêr, Dadgeha New Yorkê biryar da, Cigîrê Rêvebirê Halkbankê Mehmet Atilla Ugur tometbarê şikênandina dorpêça Amerîkayê ya li dijî Îranê ye.