Rûsya gotibû ne rast e, lê wêneyên bûyerê hatin weşandin
Di sosyal-medya de wêneyên wan firokeyên derbe xwarî hatin weşandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî çendîn rojan Opozisyona Suriye ragihandibû ku di encama êrîşên mûşekî ser bi bînkeya Hmemîm a Rûsya de biqasî 10 serbazan hatine brîndar kirin û 7 firokeyên Rûsî jî derbe xwarin e. Piştî wê Wezareta bergirî ya Rûsyayê ev dengo red kirin. Lê, îro di sosyal-medya de wêneyên wan firokeyên derbe xwarî hatin weşandin.
Opoziyona Suriye diyar kiribû ku, di 31ê meha Berçile de êrîşek mûşekî ser bi binkeya Hmemîm ve biriye. Herweha çar firokeyên SU-24, du firikoyên Su-35S û firokeyek AN-72 derbe xwarin e.

