Rûsya ji Civîna Encûmena Ewleyiyê liser Îranê dilgiran e
Rûsya radighîne, Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Îranê destwerdaneke rasterast hemberî serweriya Îranê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya radighîne, Civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Îranê destwerdaneke rasterast hemberî serweriya Îranê ye.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgey Ryabkov, derbarê civîna Encûmena Asayişa Navdewletî li ser xwepêşandanên Îranê got ku, rûniştin bi xwe destwerdanek rasterast a karûbarên navxweyî yên Îranê ye.
Herweha wî berpirsê Rûsî diyarkir ku, Amerîka li dû şaştiyekê digere, da ku fişaran bixe ser destihilata Îranê û ragihand, pêwîst e Amerîka hişyariyê bide ne ku destwerdanê bike.