Li Diyarbekrê teqîn

Li kolana navdar a Diyarbekrê “Sanat sokagi” (kolana hunerê), ku deverek a genc gelek lê kom dibin, teqînekê li qehwexaneyekê rû da

K24 – Navenda Nûçeyan

Li kolana navdar a Diyarbekrê “Sanat sokagi” (kolana hunerê), ku deverek a genc gelek lê kom dibin, teqînekê li qehwexaneyekê rû da, heta niha tu encamê zerarên jiyanî nehatine ragihandin.

Ligor lêkolînên destpêkî teqîn bi bombeyek bi destî hatî çêkirin pêkhatiye, camên qehwexaneyê şkestine û hatine xwarê, lêtu qurbanî rû nedan e.

Dever ji aliyê hêzên ewleyiyê ve hatiye valakirin û lêkolîn derbarê rûdanê de berdewam in.