Li Diyarbekirê gotûbêjek derbarê Melayê Cizîrî de hat lidarxistin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê derbarê Melayê Cizîrî de panelek hat li darxistin, axaftvanên panelê bal kêşandin ser kurahiya wateyên helbestên Melayê Cizîrî û amaje kirin ku bo famkirina gotinên Melayê Cizîrî pêdivî bi zêdetir xebatên akademik heye. Amadekarên panelê jî anîn zimên ku pêwîst e di hemû mîhrîcanên çand û hunerî de, çalakiyên danasîna Melayê Cizîrî werin li darxistin.

Di çarçoveya Mîhrîcana Rêya Çandê ya 5. Ya Diyarbekirê de derbarê Melayê Cizîrî de li Pirtukxaneya Gel a navçeya Peyasê gotubêjek hat lidarxistin. Di gotubêjê de behsa dîwana Melayê Cizîrî û kurahiya tasawufa wî hat kirin ku bal hate kêşan ku bo famkirina Melayê Cizîrî xebatên têr û tije yên akademik ne di asteke baş de ne. Derbarê kurahî û dewlemendiya helbestên Melayê Cizîrî de hat gotin ku Melayê Cizîrî wek deryayekê ye lê heta niha qasî dilopekê hatiye famkirin.

Serokê Zankoya Şirnexê Profesor Abdurahîm Alkiş ji K24ê re got: “Melayê Cizîrî Şairek girîng ê zimanê kurdî ye û bandora wî li ser şairên kurd heye, ji aliyê şiir û wateyê ve gelek kur e mixabin ji aliyê nifşê nu ve baş nayê famkirin. Min teza xwe ya doçentiyê ser Melayê Cizîrî nivîsî, min 20 salan ser li ser Wahdetul Wucud xwendin kir lê hîn jî ez dibêjim ne bes e.”

Amadekarên Gotubêja Dîwana Melayê Cizîrî û kurahiya Tasawûfa wî dan zanîn ji ber ku Melayê Cizîrî nirxeke hêja yê hevpar ê civakî ye wan xwestiye Melayê Cizîrî ji hemu alî û taybetmendiyên wî ve bidin nasîn.

Cîgirê Gerînendeyê Çand Û Geştiriya Diyarbekir Azîz Karaaslan dibêje: “Melayê Cizîrî nirxekî vî warî ye, ji ber ku nirxeke vî warî ye divê neyê jibîrkirin, ji bo ku neyê jibîrkirin jî divê berçav be, ev destpêkek bu, niha pê de wê baştir be.”