Konsulê Tirkiyeyê: Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bihêz in

Arman Topçu
Arman Topçu

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê tekez li ser xurtbûna peywendiyên mirovî û aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê kir û ragihand ku Tirkiye herdem amade ye alîkariya kerta geştyariyê li Herêma Kurdistanê bikin.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Arman Topçu îro Çarşemê, 14ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê amaje bi wê yekê kir ku herî zêde geştyar serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dikin, bi taybetî geştyarên welatên Kendavê.

Di derheqa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, Arman Topçu got: "Bê guman me ligel xelkê vê derê peywendiyên xizmatiyê hene, yanî em yek gel in. Li vê derê xelk çi Turkman bin an Kurd, xizmên wan li Tirkiyeyê dijîn. Hatin û çûneke zêde heye. Ev yek jî bûye sedema çêbûna peywendiyeke bihêz a aborî û mirovî di navbera me de."

Navbirî tekez li ser wê yekê jî kir ku Tirkiye, çi bi rêya kompaniyên xwe be an dezgehên xwe yên fermî, her dem bo alîkarî û piştgiriya ji bo pêşxistina şiyanên dezgehî di kerta geştyariya Herêma Kurdistanê de amade ye.

Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê herwesa bal kişand ser bandora pêşhatên deverê û Îranê li ser rewşa aborî û tekez kir ku çareserkirina arêşeyan û bidestxistina lihevkirinekê di navbera Bexda û Hewlêrê de di vê qonaxê de girîng e.