Kosret Resûl gihişte Silêmaniyê
Piştî çend neştergerî û pişknînan li derveyî welat, cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl Elî vegeriya Kurdistanê.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî çend neştergerî û pişknînan li derveyî welat, cîgirê yekem yê sikirtêrê giştî yê YNK Kosret Resûl Elî vegeriya Kurdistanê.
Kosret Resûl bi mebesta neştergerî û pişknînê serdana Almanya û Birîtanya kiribû, îro êvarî ji Londonê paytexta Birîtanya bi riya firîngeha Silêmaniyê vegeriya Herêma Kurdistanê û ji aliyê endamên polîtbîro û serkirde û kadir û dost û alîgirên YNK ve pêşwaziya wî hat kirin.
Berî niha sikirtêrê rojnamevanî yê Kosret Resûl, Mesûd Mela Hemze ji Kurdistan24ê re ragihandibû ku, tendirustiya Kosret Resûl baş e.
Roja 11-11-2017 Kosret Resûl ji ber ku tendirustiya wî têkçûbû, bi mebesta dermankirinê ber bi welatê Almanya ve birê ketibû.