PDK û YNK li bajarê Silêmaniyê di civînê de ne
Biryar e îro demjimêr 11ê sibehê civîna PDK û YNK li Silêmaniyê destpê bike
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Silêmaniyê ragihand: "Demekê berî niha şanda polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî gihişte avahiya polîtbîroya YNK li bajarê Silêmaniyê û niha herdu alî dicivînê de ne.
Berî niha jî peyvdarê polîtbîroya YNK Seedî Ehmed Pîre ji Kurdistan24ê re ragihandibû, ku îro demjimêr 11ê sibehê, wê herdu polîbîroyên YNK û PDK li bajarê Silêmaniyê bicivin, lê ecindayên wê civînê eşkere nekir.
Li gorî ew zanyariyên Kurdistan24ê ji jêderekî haydar wergirtiye, wê di civînê de rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û çend mijarên din bên gotûbêjkirin.