Amerîka kar li ser guhertina rola HSDê dike

Nîşanên balkêş hene ku Amerîka dixwaze li rêveberiya navçeya rojhilatê çemê Firatê mikur bê

K24 - Navenda Nûçeyan

Rojnameya El-Şerq El-Ewset ji ser zimanê berpirsekî pile bilind ji welatên rojavayî veguhestiye, ku niha Amerîka pilaneke nû ji 10 xal destnîşan kirine ji bo rewşa rojhilatê çemê Firatê û navçeyên di bin destê HSDê de, di nav wan xalan de hatiye ku Amerîka dixwaze piştî şerê DAIŞê rola Hêzên Sûrya Demokrat biguhere û artêşeke niştimanî ji wê hêzê pêk bîne.

Bi gotina berpirsî ji rojnameya navhatî re, nîşanên balkêş hene ku Amerîka dixwaze li rêveberiya navçeya rojhilatê çemê Firatê mikur bê û ji ber vê yekê jî, rêveberiya xweser qonaxa sêyem ji hilbjartinên federalya xwe lipaş xist.

Navçeyên bi rengê zer li ser nexşeyê di bin destê HSDê de ne
Navçeyên bi rengê zer li ser nexşeyê di bin destê HSDê de ne

Ji xalên wê pilanê jî, mana bingehên Amerîkî yên ku li navçeyên HSD ne û Washington wê kar li ser firehkirina bingeha Rimêlan ya li Rojavayê Kurdistanê bike.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6f50c192-491f-4f32-9339-33b6c925519c/010718ZDF.ism/manifest