Bîlgen: Tirkiye tenê astengkirina destkeftên Kurdan ji bo xwe serkeftin dibîne
Pevydarê HDPê dibêje, desthilata Tirkiyê tenê astengkirina destkeftên Kurdan ji bo xwe serkeftin dibîne û plana 2018 jî dê Rojavayê Kurdistanê bike armanc.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pevydarê HDPê dibêje, desthilata Tirkiyê tenê astengkirina destkeftên Kurdan ji bo xwe serkeftin dibîne û plana 2018 jî dê Rojavayê Kurdistanê bike armanc.
Partiya Demokratîka Gelan, bi armanca amadekariyên Kongreya Mezin ya 11'ê Sibatê, li Bakurê Kurdistanê konferansên xwe berdewam dike.
Peyvdarê HDPê Ayhan Bîlgen, parlamenterên HDPê yên Wanê Colemêrg, Erdexan, Qers, Îdir, Agirî, Mûş û Bidlîsê û gelek rêveber û endamên HDPê yên devera Serhedê beşdarî konferansê bûn.
Bîlgen da xuyakirin, deshilata Tirkiyê serkeftina sala 2017'ê tenê astengkirina destkeftiyên referanduma Başûrê Kurdistanê nîşan dide û diyar dibe, sala 2018 jî, destkeftên Rojavayê Kurdistanê dê bike armanc.
Bîlgen got, hin alî bi guhertina navê partiyê dixwazin, HDPê bi rojevên cuda re mijûl bikin û da zanîn, yên bac û ked dane dê biryar bidin.
Da xuyakirin, Hikûmeta Tirkiyê bi rewşa awarte, nîvê welat kiriye girtîxane û nîvê din jî kiriye tîmarxane û di van şertan de hewl didin ku kongreya xwe ya asayî encam bidin.