PYD: Amerîka rê li ber metrisiyên li ser Kurdan digire

PYD: Pilana nû ya Amerîka derbarê bakurê Sûrya, tê wateya destpêkirina damezirandina navçeya ewle li rojhilatê çemê Feratê

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwermendê hevserokatiya PYD Sîhanok Dîbo ji Kurdistan24ê re ragihand, pilana nû ya Amerîka derbarê bakurê Sûrya, tê wateya destpêkirina damezirandina navçeya ewle li rojhilatê çemê Feratê û piştre, wê ew navçeya ewle tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrya li xwe bigire.

Bi gotina Dîbo, pilana nû ya Amerîka wê rê li ber wan metirsiyan bigire ku hin caran ji nêzîkbûn û rêketina hin welatan li dijî berjewendiya Kurdan çêdibin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/51ab0c5a-62d4-4051-aafb-dd2a458df070/010718ZNS.ism/manifest