Hêzeke artêşa Tirkiyê derbasî gundewarên rojavayê Helebê bû
Yekîneyên artêşa Tirkiyê bi alav û otombêlên serbazî, ji devera Keferlosîn ya sînorî bi Sûryê re, derbasî devera Dar Ezze ya li gundewarên rojavayê Helebê bûn
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî navenda ragihandinê ya Idlibê, hejmarek ji yekîneyên artêşa Tirkiyê bi alav û otombêlên serbazî, ji devera Keferlosîn ya sînorî bi Sûryê re, derbasî devera Dar Ezze ya li gundewarên rojavayê Helebê bûn. Ev demeke artêşa Tirkiyê bingehên hêzên xwe li ser sînorên xwe yên bi Sûryê re li aliyê bajarê Efrînê xurt dike.
Berî niha jî hatibû ragihadin ku artêşa Tirkiyê nêzîkî 15 hezar serbazên xwe li Kilîsê bicî kiriye, herweha dest bi avakirina nexweşxaneyên meydanî kiriye, ji bo li dijî Efrînê dest bi operasyonekê bike.