39 sal biser hewla terorkirina Serok Barzanî re derbas dibin
Berî 39 salan û di roja 8.1.1979an de, Viennya paytexta Nemsayê hewla terorkirina Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî hat kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî 39 salan û di roja 8.1.1979an de, Viennya paytexta Nemsayê hewla terorkirina Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî hat kirin.
Kadroyê pêşkeftî û parlemanterê berê yê PDKê Ebdilselam Berwarî ku yek ji wan kesan bû ku di wê demê li Viennayê bû ji rojnameya Hewlêr re wê bûyerê bibîr tîne û dibêje: “Di destpêka sala 1979an de xwepêşandanên Îranê dest pê kiribû, armanca wê ew bû ku rêjîma Şah bişikînin. Serok Barzanî ligel şandekê li Vienna paytexta Nemsayê bû, wê demê jî Nemsa bûbû navenda tevgera sîxoriya rêjîma Beis a Iraqê, ji ber wê hewl dan ku Serok Barzanî teror bikin, lê ew hewl biser neket û di encamê de Azad Berwarî û Dr. Pîrot birîndar bûn.”
Berwarî amaje bi wê dike, hewla terorkirina Serok Barzanî di medyaya Nemsayê de dengekî bilind veda. Piştî wê bûyerê jî di dema hatina Barzanî ji bo Nemsayê û jib p parastinê berdewam tedbîrên ewlehiyê yên tund tên birin.
Di geşta nûçeyên îro yên Kurdistan24ê de jî, raporteke taybet bi hewla terorkirina Serok Barzanî tê belavkirin, du ji hevalên Barzanî ku wê demê li Nemsayê bûn, ew jî Arif Tayfûr û Dr. Pîrot Ehmed ne, wê bûyerê vedibêjin.