Rêveberiya Xweser ji welatiyan dixwaze ku baceyên xwe bidin
Di daxuyaniyekê de Desteya Diravî ya Cezîra Rojavayê Kurdistanê dozê ji welatiyan dike ku baceyên xwe bidin, yan jî zêde bûn dê bê ser. Hin parêzer jî dibînin ku ti pêwîstiya van baceyan tune ye, ji ber Rêveberiya Xweser ti xizmetguzariyan ji bo welatiyan dabîn nake.
K24 – Qamişlo
Di daxuyaniyekê de Desteya Diravî ya Cezîra Rojavayê Kurdistanê dozê ji welatiyan dike ku baceyên xwe bidin, yan jî zêde bûn dê bê ser. Hin parêzer jî dibînin ku ti pêwîstiya van baceyan tune ye, ji ber Rêveberiya Xweser ti xizmetguzariyan ji bo welatiyan dabîn nake.
Desteya Diravî ya Cezîrê ji destpêka sala 2018'ê zagona baceyan cîbicî dike, ku li ser dahatên kesane têne sepandin. Di demekê de ku welatiyên Rojavayê Kurdistanê baceyên hevawa didine rêjîma Sûriyê, nerazîbûna xwe ji sepandina baceyan nîşan didin.
Hin parêzer ji aliyê xwe ve dibînin ku tu rewabûna van baceyan tune ye, ji ber rêveberiya xweser tu xizmetguzarî dabîn nekirine û didin zanîn jî ku tenê ji neçarî û tirsa sizayan xelk baceyan didin.
Parêzer Ridwan Sîdo li ser vê pirsê ji K24ê re got: “Hem rêjîma Sûriyê û hem jî Rêveberiya Xweser baceyan li welatiyan disepînin. Rêjîma Sûriyê li hember bacan karên xizmetguzariyê pêşkêş dike, lê Rêveberiya Xweser ti xizmetguzarî dabîn nekirine.”
Di beyanameyekê de desteya diravî ji welatiyan xwest ku baceyên xwe bidin, yan jî dê zêdebûn bi rêjeya 10% li baceya wan zêde bibe, berpirsên desteya navbûrî didin zanîn jî ku ji mafê welatiyan e beramberî baceyan xizmetguzarî ji wan re bêne pêşkêş kirin, lê ji ber rewşa şer asta van xizmetguzariyan kêm e û di rojên bê de piştî standina baceyan dê xizmetguzarî zêdetir bibin.
Hevserokê Desteya Diravî Xalid Mehmûd ji K24ê re got: “Ji nedanê bi 120 rojan zêdebûn bi rêjeya ji sedî 10 dikeve ser baceyan. Piştî 90 rojên din jî zêdebûn bi rêjeya ji sedî 20 dikeve ser. Em naxwazin têkevin wê rewşê, loma ev rênima ragihandin û divê welatî bacên xwe bidin, da ku em xizmetguzariyê pêşkêş bikin.”
Li gorî amarên Desteya Diravî ji sedî 75 ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê salane tenê 1000 Lîre Sûrî, an ku nêzî 3 dolarên Amerîkî dê bide, lê tevî wê jî welatiyên Rojava ji vê baceyê ne razî ne.