Artêşa Sûryê: Me 3 êrîşên Israîlê li ser bingehên xwe yên serbazî têkşikandin
Artêşa Sûryê: Her karvedanên metirsîdar li pey wan êrîşan çêbibin, wê Israîl tenê li ser wan berpirs be.
K24 - Navenda Nûçeyan
Ajansa fermî ya Sûryê Sana, li ser zimanê Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûryê ragihandiye, ku hêza berevaniya ezmanî, sê êrîşên mûşekî yên Israîlê, li ser bingehên leşkerî li devera Qitêfa li derdora Şamê hatin şikandin.
Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûryê di daxuyaniyekê de dibêje, ew êrîşên Israîlê tekez dikin, ku ew welat piştevaniya xwe ji rêxistiyên terorîstî re berdewam dike û dixwaze bi van bizavên xwe yên bêhêvî, morale wan rêxistiyan bilind bike.

Herweha hişyarî da Israîlê û got: "Her karvedanên metirsîdar li pey wan êrîşan çêbibin, wê Israîl tenê li ser wan berpirs be".
Berî niha Israîlê êrîşeke din ya mûşekî li ser bingeheke artêşa Sûryê li çiyayê Qitêfa encamp dabû.