Li ser pirsa avakirina Iraqê wê YE li gel Bexda û Hewlêrê dest bi gotûbêjan bike
Yekîtiya Ewropa: Di demeke nêzîk de emê li gel Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda dest bi gotûbêjan bikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Ewropa stiratîjiya xwe ya nû ji bo alîkarîkirina Iraqê û Herêma Kurdistanê ragihand.
Peyvdara bi navê berpirsa siyasetên derve ya Yekîtiya Ewropa Catherine Ray, di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re got: "Em amade ne alîkariya Iraqê bikin di warê avakirina wî welatî de û di demeke nêzîk de emê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda dest bi gotûbêjan bikin li ser çawaniya alîkarîkirina herdu aliyan di qonaxa bê de".