Kaplan gengeşeya seroktiyê HDPê germ dibe

Piştî ku Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaşî got ew di kongireya bê de nabe namzet, di nav partiyê de gengeşeya seroktiyê germ bû û Parlementerê berê yê HDPê Hasîp Kaplan şûre xwe kişand.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f4419390-8caa-43a1-b75e-3ed9a5a589b6/011018AQZ.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaşî got ew di kongireya bê de nabe namzet, di nav partiyê de gengeşeya seroktiyê germ bû û Parlementerê berê yê HDPê Hasîp Kaplan şûre xwe kişand.

Kaplan ji twîtira xwe ragihand, piştî Selahatîn Demîrtaşî, bila ti Tirkek çav bernede posta seroktiyê û herkes sînorê xwe nas bike. Bingeha HDPê dixwaze yek ji hevserokan bila kesek Kurd  be. Divê rêz li viyana xelkê were girtin.

Hasîp Kaplan bal kişand li ser derhêneriya Parlementerê Tirk yê HDPê Sirri Sûreyya Onder û diyar kir ku, bila Siiri Sûreyya Onder biçe fîlm çê bike. Ew ê parîxwaran ji ser pişta xwe bavêjin.

Parlementerê berê yê HDPê di twîtekî xwe de jî got pêwîstiya wan bi serokên ku dikarin bi giringî behsa Rojava û Başûrê Kurdistanê bikin heye.

Li ser van gotinên wî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) nerazîbûnek tund nîşan dan. HDPê got, daxuyaniyên Hasîp Kaplan cudaxwaz û nîjadperserst in û ew Kaplanî şermezar dikin. Ti pêwendiya gotinên Kaplan û HDPê bi hev re nîne. 

Li ser nerazîbûna HDPê Hasîp Kaplan jî twîtek din avêt û ragihand, ew dest siyasetê jî û endamtiya HDPê jî berdide. Dema kongireya netewî ya Kurdan, Tirkek bûbû nûnerê kurdan, divê wî di wê de demê de dest ji HDPê berda bûya.

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş hefteya bûrî eşkere kiribû. Ew di kongireya HDPê de nabe namzet. Piştî vê daxuyaniyê navê 3 kesên wekî Ayhan Bîlgen, Osman Baydemîr û Sirri Sûreyya Onder ji bo hevseroktiya HDPê derketin pêş.

Ji daxuyaniyên Hasîp Kaplan tê fêhmkirin, eger heye her 2 hevserokên HDPê jî Tirk bin. Ev jî dibe dilgiraniya Kurdan ku ji sedî 90 dengdêrên HDPê Kurd in.