Firensa êrîşên Hikûmeta Sûryê li ser Idlibê şermezar dike

Hêzên Hikûmeta Sûryê bi piştevaniya Rûsya dest bi operasyoneke serbazî li rojhilatê Idlibê kirine û karîne bi dehan gundên wê parêzgehê kontrol bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Firansa di daxuyaniyekê de got: "Firensa êrîşên firokeyên Hikûmeta Sûryê û yên Beşar Esed li dijî sivîlan û li ser nexweşxaneyan li Idlibê şermezar dike û armanckirina navendên tendirustiyê, yasayên navdewletî binpê dike".

Wezareta Firensî got jî: "Piştî êrîşên ezmanî bi deh hezaran xelkên sivîl li Idlibê neçar bûn ji malên xwe derkevin û mişext bibin".

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdilrehman Al-Sanî li ser Twittera xwe nivîsandiye: "Êrîşên hêzên Hikûmetê li ser parêzgeha Idlibê ya ku di nav deverên kêmkirina şer de ye, çareseriya siyasî li Sûryê asteng dike û lipaş dixe û Hikûmeta Sûryê bi bihaneya şerê li dijî komên terorsît, sivîlan û kesên bi ser opozisyonê ve dikuje".

Ev nêzîkî du hefteyan, hêzên Hikûmeta Sûryê bi piştevaniya Rûsya dest bi operasyoneke serbazî li rojhilatê Idlibê kirine û karîne bi dehan gundên wê parêzgehê kontrol bikin.