Ebadî û Malikî bi lîstên cuda beşdarî hilbijartinên Perlemana Iraqê dibin

Ebadî lîstek nû ji bo hilbijartinên dahatî yên Perlemana Iraqê, li cem komisyona hilbijartinan tomar kiriye

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya Iraqî belav kiriye ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî lîstek nû ji bo hilbijartinên dahatî yên Perlemana Iraqê, li cem komisyona hilbijartinan tomar kiriye û ew nema beşdariyê di Hevpeymanya Dewleta Yasa de dike ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike.

Ev yek di demekê de ye ku komisyona hilbijartinan mafê wê yekê daye partiyan, ku bi du lîstên cuda beşdariyê di hilbijartinan de bikin.

Biryare hilbijartinên Perlemana Iraqê di meha Gulana dahatî de bên encamdan.