Kongirêsa Amerîkî li ser derengketina diyalogê di nav Hewlêr û Bexdayê de dilgiran e

"Em zanin ku Kurd ji rewşê dilgiran in, ew ji mêjve dixwazin bibin xwedî dewlet, Kurdan şerê DAIŞê kirin, bêyî ku ew keda wan bê berçavgirtin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Kongirêsmanên Amerîka dilgiraniya xwe derbarê derengketina danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, diyar dikin û didin xuyakirin, ku Bexda astengiyan ji wê piroseyê re çêdike.

Kongirêsmanê Amerîkî Stîv Kîng ji Kurdistan24ê re got: "Di baweriya min de danûstandin baştirîn rê ye, divê hemû kêşe bi gotûbêjan bên çarekirin nek bi şer, diyalog baştirîn rê ye, em zanin ku Kurd ji rewşê dilgiran in, ew ji mêjve dixwazin bibin xwedî dewlet, Kurdan şerê DAIŞê kirin, bêyî ku ew keda wan bê berçavgirtin".

Ev daxuyanî di demekê de ne, piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, di 16ê Cotmeha sala derbasbûyî de, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraq têk çûn, tevî ku gellek caran Hikûmeta Herêma Kurdistanê, amadebûna xwe jib o diyalogê ragihand, lê Hikûmeta Iraqê ti gav ji bo çareseriyê neavêt.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/128fd9da-64c8-4d56-991c-bf5c12e199d6/011118BGC.ism/manifest