TEVDEM: Dibe ku şerê navxwe li Sûryê heya heşt salên din jî berdewam bike
Aldar Xelîl: Em ji bo konfiransa Sochi hatine vexwendin û dibe ku em beşdar bibin
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê desteya rêvebir ya Tevgera Civaka Dîmukrat (TEVDEM) Aldar Xelîl, di hevdîtinekê de li gel ajansa Reuters ragihand, ku xuya ye Amerîka ji Sûrya dernakeve û çaverê ye pêwendiyên Washingtonê û YPG di demên bê de bêtir pêşve biçin.
Derbarê beşdariya wan di civîna Sochi de, Aldar Xelîl diyar kir ku ew ji bo wê konfiransê hatine vexwendin û dibe beşdar bibin, lê ew bawer nakin ew konfirans karibe pirsgirêkan çare bike û got: "Tê çaverêkirin ku kirîza Sûrya heya sala 2025 jî dirêj bike".