Arêz Ebdella: Ew kesnên tometan ji min re çêdikin bi caşîtiyê naskirî ne

Arêz Ebdella: Heger ew kesana dev ji wî karê xwe bernedin, ezê di medyayê de navên wan eşkere bikim.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di kongirekî rojnamevanî de, serokê firakisyona YNK di Perlemana Iraqê de Arêz Ebdella got: "Ew tometa li min hat kirin, ku bawernameya min tine ye, li dadgeha Resafe li Bexdayê hat yekalîkirin, ew kesên ew tomet ji min re derxistin bi caşîtiyê naskirî ne, heger dev ji wî karê xwe bernedin, ezê di medyayê de navên wan eşkere bikim".

Arêz Ebdella got: "Bizav ji aliyê wan kesan ve hebûn, ku astengiyan li pêşa kar û erkên min çêkin, bi taybet piştî ez bûm serokê firakisyona YNK, ew bizav zêde bûn.

Ebdella tekez kir, ku wî berî niha jî ew kesana haydar kiriye, ku ev bizavên wan, tenê xizmet nehezên gel û firakisyona YNKê dikin.