Rûsya daxwaza rawestandina şer li Xûta Rojhilat kir
Rûsya daxwaz ji tevahiya aliyan kir, ku şer li Xûta Rojhilatê Şamê rawestînin û li rêketina navçeyên kêmkirina şer vegerin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Navenda lihevhatina Rûsî li Sûryê, daxwaz ji tevahiya aliyan kir, ku şer li Xûta Rojhilatê Şamê rawestînin û li rêketina navçeyên kêmkirina şer vegerin.
Di daxuyaniya xwe de, wê navendê gotiye: "Ji bo pêbendiyê bi rêketina navçeyên kêmkirina şer li Komara Sûrya Erebî, divê tevahiya aliyan, şerê li navçeya Xûta Rojhilatê Şamê şer rawestînin û divê tevahiya yekîneyên serbazî yên ku li wê navçeyê pêşve çûne, li bingehên xwe yên berê vegerin".