Bo pirsa firokxane û deriyên sînorî, şandeke Bexdayê tê Hewlêrê

Biryar e sibe şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê bike û derbarê vekirina deriyên sînorî û firokaneyên Herêma Kurdistanê ligel şanda herêmê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê bike û derbarê vekirina deriyên sînorî û firokaneyên Herêma Kurdistanê ligel şanda herêmê bicive.

Jêderekî siyasî yê agahdar ji malpera “Xed Press” re ragihand, sibe şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê bike û derbarê vekirina deriyên sînorî û firokaneyên Herêma Kurdistanê ligel şanda herêmê bicive.

Wî jêderî ku navê xwe aşkere nekiriye ragihand jî, di danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de heyameke erênî û pêşveçûn heye, ji bo çareserkirina pirsa firokxane û deriyên sînorî.

Şandeke Herêma Kurdistanê roja 13ê vê mehê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî serdana Bexdayê kiribû û ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Arecî civiya bû.

Piştî civîna li Bexdayê, her du aliyan daxuyaniyeke hevbeş belav kir û tê de hat, danûstandin berdewam dibin û roja 15 Çile li Hewlêrê dicivin.