"Bexda dixwest Herêma Kurdistanê ji cîhanê qut bike, lê nekarî"
"Heya niha nûneratiyên 38 welatan li Herêma Kurdistan hene, dibe ku niha li hin welatên mezin jî wek vê hejmara nûneratiyên welatan hebe".
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsê fermangeha pêwendiyên derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, Bexda dixwest piştî 16ê Cotmeha 2017an, Herêma Kurdistanê ji cîhanê bibirre, lê bizavên wê biser neketin.
Felah Mistefa ji Kurdistan24ê re ragihand: "Piştî 16ê Cotmeha sala 2017an, Bexda dixwest bi riya girtina firîngehan û deryên sînorî, pêwendiyên Herêma Kurdistan bi cîhanê re qut bike, ji ber ku ew pêwendiyên di nav Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê de çêbibûn, ne bi dilê Bexdayê bûn, lê ew bizavên wê biser neketin, tevahiya nûnerên welatan ew biryar red kirin û li Herêma Kurdistanê man".
Derbarê bûyerên Xurmatû, Mistefa got: "Me tevahiya kunsulxaneyan li ser binpêkirinên Heşda Şeibî beramberî bi Kurdan li Xurmatû haydar kirin".
Navhatî diyar kir, ku: "Heya niha nûneratiyên 38 welatan li Herêma Kurdistan hene, dibe ku niha li hin welatên mezin jî wek vê hejmara nûneratiyên welatan hebe".