Du teqîn li Bexdayê qewimîn û bi dehan kes bûne qurbanî
Hin zanyariyên nefermî jî dibêjin, ku hejmara kuştiyan 26 kes in û birîndar jî 90 kes in.
K24 - Navenda Nûçeyan
Jêderên emnî û pizîşkî ragihandin: "Bi sedema du teqînan di yek demê de, ku li nava Bexdayê de qewimîn, bêtirî 12 kesan jiyana xwe jidest dan û 66 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên destpêkî, teqîn ji aliyê du êrîşkaran ve, di yek demê de hatin encamdan û piraniya qurbaniyan jî karkir in.
Jêderekî ji wezareta navxwe ya Iraqê ragihand: "Teqîn li meydan Teyeran di nava Bexdayê de çêbûne, ku li wî cihî karkir kom dibin".
Hin zanyariyên nefermî jî dibêjin, ku hejmara kuştiyan 26 kes in û birîndar jî 90 kes in.
Tê nûkirin....