Bexdadî.. Çêroka dûvçûneke dirêj

Di sê salên dawî de hejmarek zêde ji pispor û endamên îstixbaratên biyanî ji bo lêgerîna li Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî, berên xwe dan Sûriye Iraqê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di sê salên dawî de hejmarek zêde ji pispor û endamên îstixbaratên biyanî ji bo lêgerîna li Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî, berên xwe dan Sûriye Iraqê.

Li gor rojnameya “Guardian” a Brîtanî, di 18 mehên dawî de, sê caran cihê Bexdadî hat diyarkirin, lê ji ber sîstema parastinê ya tund ya ku çekdarên DAIŞê ji bo wî danîne, ti aliyekî nekarî Bexdadî armanc bigire.

Li gor rojnameyê, Bexdadî di 3 Mijdara 2016an de tenê şaşîtiyek ku dema wê (45) çirke bûn kir û eger hebû bihata armanckirin, dema ajansên îstixbaratê dengê wî di riya pêwendiyeke telefûnekê re li gundekî nêzîkî Tilefera Iraqê bihîstibûn.

Berpirsekî pilebilind di Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dengê wî (45) çirkeyan di pêwendiyeke telefûnî de bihîst, lê pasewanên wî bilez ew pêwendî birîn û zanîn ku ew şaşîtiyekê dikin.

Herwiha di dawiya sala bûrî de jî, dengê wî ji bo demeke kurt di pêwendiyekê telefûnî de li başûrî Beac hat bihîstin.

Pisporê Iraqî di karûbarên grûpên tundrew de Hîşam El-Haşimî ji wê rojnameyê re got, Bexdadî dawî mirovê ji damezrênerên DAIŞê ye ku hîna xweş maye.

Haşimî got, ji nava 43 serkirdeyên DAIŞê yên sereke, tenê Ebû Bekir Bexdadî xweş maye.

Li gor zanyariyên ajansên îstibaratê yên Iraqî û biyanî, ji berî 18 mehan Bexdadî li gundekî li başûrê Beac bû û di pişt re demekê çûbû Bokemala Sûriyê û Şirgata Iraqê.

Sê ajansên îstixbaratê tekez kirin ku di di destpêka sala 2015an de Bexdadî carekê di êrîşeke esmanî de li başûrê Kerkûkê bi giranî birîndar bû.

Li gor hin jêderan ji Guardian re dane zanîn, Bexdadî çend mehan li Beacê dihat dermankirin û ta niha ji ber wê birînê tevgera wî sînordarkirî ye.

Li gor gotina şahidhalên ku bexdadî li Bokemalê di meha rojiya bûrî dîtine, Bexdadî westiyayî bû û ji aliyê derûnî ve ne cîgir bû.