Ryan Dillon: Hêzên parastina sînor wê tenê li ser sînorê Sûriyê û Iraqê bin

Dillon tekez kir, hêza sînorparêz ne tenê ji Kurdan pêk tê, lê ji tevahiya pêkhateyan e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand, ew hêza sînorparêz tenê ji bo sînorê Sûryê li gel Iraqê hatiye pêkanîn.

Ryan Dillon di hevpeyvînekê de li gel kenaleke Erebî got: Ew hêza ku ew dixwazin ji Hêzên Sûriya Demokrat pêk bînin, ji bo parastina sînorên Sûryê û Iraqê ye û dê li ser wan sînoran were belavkirin û dê Artêşa Iraqê bi wan re alîkar be, ji bu ku çekdarên DAIŞê ji sînorên Sûryê derbasî Iraqê nebin.

Dillon tekez kir, hêza sînorparêz ne tenê ji Kurdan pêk tê, lê ji tevahiya pêkhateyan e.

Eşkere jî kir, heya niha ji sedî 98 ji axa Sûryê ji destê DAIŞê hatiye paqijkirin.