Parlementoya Iraqê nekarî dema encamdan a hilbijartinan destnîşan bike
Heşda Şabî dikeve hilbijartinan û dixwaze de dema xwe de pêkbên
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementoya 'Iraqê nekarî dema encamdan a hilbijartinan destnîşan bike, û civîn ji bo roja şemiyê bipaşxist.
Serokê Hevpeymaniya Feth, paşxistina hilbijartinan bi gaveke ber bi nediyarbûnê ve binav dike.
Serokê Hevpeymanya Feth, Hadî 'Amirî di daxûyaniyekê de ku, kopyeyek gihiştiye destê Kurdistan24 dibêje, Hevpeymaniya Feth digel encamdan a hilbijartinan e, ku di dema xwe de lidar bikevin.
'Amirî tekez jî kir, paşxistina hilbijartinan binpêkirineke destûrî ye, divê di dema xwe de û bi beşdariya hemû aliyan bên encamdan.