Hunera xetkariyê 20 sal in li Diyarbekirê tê kirin
Hunera ku taybetiya wê xweşnivîs e, bi xêzkirina sembolên olî, ji sedsala 10'emîn heta niha bê navber berdewam dike.
K24 – Diyarbekir
Hunera Xetkariyê ku di nav hunerên destlkariyê de cihekî girîng digire, li Diyarbekirê jî bi pêş dikeve. Hunera ku taybetiya wê xweşnivîs e, bi xêzkirina sembolên olî, ji sedsala 10'emîn heta niha bê navber berdewam dike. Berhemên Hunera Xetkariyê yên ku li Diyarbekirê tên çêkirin jî hem li bajarên Bakur û Tirkiyeyê hem jî li bazara Kurdistanê belav dibin.