Ebadî: Bandora Îranê li Iraqê sifir e
Di navbeyna Ebadî û rojnamevanek Amerîkî de gengeşe hate jiyandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di Forûma Davos de, piştî panela xwe Ebadî pirsên rojnamevanan bersivandin û diyarkir ku, “DAIŞ di herêmên ku hikumeta Suriyê û YPG control dike de xwe ji nû ve birêxistin dike. Ev yek li pêş çavên Amerika û Rûsya pêk tê, lê her du alî jî bêdeng in.”
Di navbeyna Ebadî û rojnamevanek Amerîkî de jî gengeşe hate jiyandin.
Rojnamevanê Amerîkî ji Ebadî dipirse: Rola Îranê li Iraqê çend e?
Bersîva Ebadî ev e: “bandora Îranê li Iraqê sifir e!”
Rojnamevan dîsa dipirse: “Tu ji vê yekê bawer î?”
Ebadî: “Belê bawer im, di pêvajoya biryardanê de rola Îranê sifir e!”