Awîzeyên antîka bi destê Huseyîn Koç tên nûjenkirin
Huseyîn Koçê ku zêdeyî 50 salan e bi hilberîn û temîra awîzeyan mijûle, heta vî temenî awîzeyên gelek avahiyên dîrokî yên Stenbolê yên wekî Qesra Yildizê, Koçka Huberê û Konsolosxaneya Misrê restore kiriye û hê jî li ser karê xwe berdewam e. Hostayê awîzeyan heta niha awîzeyên gelek hunermend û kesayetên navdar yên Tirkiyê jî temîr kiriye.
K24 – Stenbol
Huseyîn Koçê ku zêdeyî 50 salan e bi hilberîn û temîra awîzeyan mijûle, heta vî temenî awîzeyên gelek avahiyên dîrokî yên Stenbolê yên wekî Qesra Yildizê, Koçka Huberê û Konsolosxaneya Misrê restore kiriye û hê jî li ser karê xwe berdewam e. Hostayê awîzeyan heta niha awîzeyên gelek hunermend û kesayetên navdar yên Tirkiyê jî temîr kiriye.
Huseyîn Koç, ev nêzî 50 sal in li Stenbolê bi karê çêkirin û temîrkirina awîzeyan mijûle. Koç, di sala 1965an de bi 2 birayên xwe re li Beyogluya navçeya Stenbolê di gel hostayekî awîzeyan dest bi kar dike û ji wê demê û şûndeye bi dil û can hemû hêz û şiyana xwe daye ser vî karî. Koç, digel xebateke salên dûve dirêj di karê xwe de digihîje asteke girîng ku êdî hema hema hemû navdarên Tirkiyê yên wekî, Bariş Manço, Edîz Hun, Îbrahîm Tatlises, serokomar Tayyîp Erdogan û gelek kesayetên din bo çêkirin an temîrkirina awîzeyan tekez gazî wî dikin.
Piştî ku nav û dengê wî li derdorê belav dibe deriyên avahiyên dîrokî jî li pêş wî vedibin û awîzeyên gelek koçk û qesrên dîrokî yên Stenbolê yên wekî Qesra Yildizê, Koçka Huberê û Konsolosxaneya Misrê jî bi destên wî tên temîrkirin.
Hostayê Awîzeyan Huseyîn Koç ji K24ê re dibêje: "Hema bêjin em di gel herkesî xebitîne. Anku kesekî ku xwedî awîzeyeke orjînal tekez hatiye ba me. Min di rabirduyê de awîzeyên konsolosxaneya Misrê, Koçka Huberê û gelek avahiyên dîrokî temîr kirine. Gava bo temîrê ez çûm di rewşeke gelek xerab de bûn. Lê niha gelekî xweşik xuya dikin. Me ew awîzeyên ku êdî temenê wan bi dawî bûne ji nûve vegerandin jiyanê. Lê di gel vê taybetmendiyê dîsa jî em nikarin karmendên nû bo xwe peyda bikin. Karmendên me hemû bi ser 60 salî ne re."
Hûseyîn Koçê ku li Beyogluyê digel tîmeke ji 7 kesan pêk tê dixebite digel taybetmendî û navdariya wê dîsa jî ji dahatuya vî karî gelekî bêhêviye. Koç, amaje dike; êdî ev hûner berev tunebunê ve diçe û ew nikarin bo xwe karmendên nû peyda bikin. Lê digel vê yekê kurê wî Ozan Koç li pey bavê xwe diçe û dibêje; ew dê zarokên xwe jî berev vî karî ve araste bike.
Ozan Koç got: "Êdî wek berê ne hosta ne jî berdest hene di vî karî de lê piştî bavê xwe jî ez dê vî karî bidomînim ji ber ku heger em jî dest jê bikêşin ev kar dê yekcar bi dawî bibe. Lewra ez dê vî karî fêrî zarokên xwe jî bikim û berdewam bikim. Helbet ez ne wekî bavê xwe hostayekî baş im lê gelek tişt hene ku ez dê ji wî fêr bibim."
Huseyîn Koç derbarê awîzeyên antîka de jî agahiyan dide û dibêje: car caran bo guherandina dekorasyona avahiyan ji welatên biyanî jî awîzetên ber destê wan û ew jî di gel tîma xwe van awîzeyan ji nûve restore dikin û dişînin.