Koşka Spî: Trump di civîna bi Putin û Xi re dê mijara çekên atomî bîne rojevê
Navenda Nûçeyan (K24) – Koşka Spî ragihand, Serokê Amerîkayê Donald Trump, dê di civîna hefteya bê ya li Çînê de, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping re, mijara kêmkirina çekên atomî bîne rojevê.
Berdevka Koşka Spî Olivia Wales îro 14ê Mijdara 2026an, ji rojnamevanan re got: "Mijara kêmkirina çekên atomî li cîhanê dê bê gotûbêjkirin; Serok Trump di wê baweriyê de ye ku belavbûna van çekan gelekî metirsîdar e."
Berdevka Koşka Spî diyar kir jî ku civîn dê roja Pêncşema bê li Çînê bê lidarxistin.
Pêdagiriya Serokê Amerîkayê ya ji bo ku civîna sêqolî li ser kêmkirina çekên atomî be, li Pekînê bûye cihê nîgeraniyê; çimkî lûtkeya ku Çîn mêvandariya wê dike bi giranî li ser bazirganî û aboriyê ye. Di heman demê de, Çînê hewlên gotûbêjkirina çekên atomî bi Rûsya û Amerîkayê re – ku li cîhanê xwediyê mezintirîn cebilxaneya van çekan in – red kirin.
Tê pêşbînîkirin ku Putin, Xi û Trump li perwîza Korbenda Hevkariya Aborî ya Asya û Okyanûsa Hêmin (APEC) li bajarê Shenzhenê bicivin. Duşema bê, Trump dê ji bo geşteke çar rojan ber bi Asyayê ve bi rê bikeve ku rawestgeheke wî dê li Filîpînê jî be.
Berpirsekî bilind ê rêveberiya Trump derbarê dosyaya atomî de got: "Em pêşbînî nakin ku em bigihîjin tu cure rêkeftinekê."
Wî berpirsî herwiha got: "Ev mijareke zehmet e ji bo Çînê, lê em di wê baweriyê de ne ku dem hatiye Çîn bê ser maseya mezinan û li ser mijarên pêgihiştî gotûbêjên pêgihiştî bike." Berpirsê Amerîkî zelal kir jî: "Ev destpêkek e ji bo wê yekê ku em hêvîdar in di pêşerojê de bibe gotûbêjeke berhemdar."
Çîn bi salan e li dijî wê yekê ye ku rasterast bi Washingtonê re li ser bernameya xwe ya atomî gotûbêjan bike, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku baştir e Rûsya û Amerîka ji ber mezinahiya cebilxaneyên xwe rasterast bi hev re biaxivin. Li gorî Enstîtuya Navneteweyî ya Lêkolînên Aştiyê ya Stokholmê, Mosko xwediyê zêdetirîn hejmara serikên atomî ye û li dû wê jî Washington û Pekîn tên.
Îsal Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk a Nû di navbera Amerîka û Rûsyayê de bi dawî bû. Herwiha hîn ne zelal e ka gelo niyeta Mosko yan Pekînê heye ku bi Trump re derbarê kêmkirina çekan de bikevin danûstandinan an na.