YPG dîmenên teqandina otombêleke serbazî ya Tirkiyê belav dike

YPG: Ew çalakî duh li gundê Elaqînê yê devera Şera hatiye encamdan û serbazên di wê otombêlê de bûn hatin kuştin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li facebookê parçe vîdyoya teqandina otombêleke serbazî ya artêşa Tirkiyê belav kiriye.

Li ser wê yekê YPGê ragihandiye, ku ew çalakî duh li gundê Elaqînê li devera Şera hatiye encamdan û hêzên wan bi çekekî dijî tankan, karîne wê otombêla serbazî biteqînin û serbazên di wê otombêlê de bûn hatin kuştin.

Êrîşa artêşa artêşa Tirkiyê, di 20ê meha derbasbûyî de, demjimêr (05:00)êvarî bi navê "Operasyonî Şaxê Zeytûnê" destpê kir.

Ji destpêka operasyonê ve, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand, ku di çend rojan de ewê Efrînê kontrol bikin û ji şervanên YPGê xwestibû ku xwe radestî Tirkiyê bikin, lê heya niha şer berdewam e û li gorî daxuyaniyên fermandeyên YPGê, heya niha artêşa Tirkiyê armancên xwe bicî nekirine.

N.O