Tanka Abrams ya Amerîkî sizayan ji Iraqê re tîne

The Daily Beast: Pêşbînî heye ku Amerîka sizayan li ser Iraqê bisepîne û rê nede kompaniyên Amerîkî yên çêkirina çekan û keresteyên serbazî, ku çekan radsetî Iraqê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Malpera The Daily Beast ya Amerîkî di raporekê de belav kiriye, ku bi sedema rapora vê dawiyê ya wezareta derve ya Amerîka, ku behsa Heşda Şeibî dike, ku çekên bi teknîkên bilind yên Amerîka ketine dest Heşdê, egereke mezin heye Washington sizayan li ser Bexdayê bisepîne.

Ew malpera Amerîkî, ku çend rojan berî niha raporek din li ser tankên Abrams yên Amerîkî belav kiribû û têde nivîsiye: "Amerîka piştrast bûye, ku bi kêmanî 9 tankên Abrams ketine destê Heşda Şeibî, ya ku Îranê piştevaniya wan dike".

Li gorî wê raporê, Washington wêneyên çekdar û alên Heşda Şeibî li ser tankên xwe dîtine, bi taybet jî dema yekê ji wan tankan di Cotmeha sala derbasbûyî de, milîsên Şîe bi wan tankan êrîşî hêzên Pêşmergên Kurdistan kirin û yek ji tankên Abrams li bajarokê Pirdê hat teqandin.

Rapora wê malperê dibêje, niha Amerîka kar dike ku fişaran li Bexdayê bike, daku wan tankan vegerîne û pêşbînî heye ku Amerîka sizayan li ser Iraqê bisepîne û rê nede kompaniyên Amerîkî yên çêkirina çekan û keresteyên serbazî, ku çekan radsetî Iraqê bikin.

N.O